Bibe endam
Merc û Şert
1. Gelemper
Gihiştin û bikaranîna torê ya malakurd û malakurd.com qebûlkirina van Merc û şertan ava dike. Tu raye jî diki ku gihiştin û bikaranîna te li gora giş ê repîvanen guncaw ê qanûnê ne. Heger ku tu van têgiha qebûl nakî, ji kerema xwe bikaranîna malakurd bi yekserî rawestîne.
2. Hêldan
Tu karî destûrekî şexsî, ê ku nayê veguhestin, bi sînor, ê ku kare were rakirin, ne bi taybetî, ji bo dabezandinek bihorbar bikî ji rûnivîsek ê bûjen li malakurd.com li gora van şertan:
-
Bikaranîna te ê bûjenê hatiye gotin ji bo dîtina şexsî a demdemî tenê ye;
-
Tu bûjenê hatiye gotin naguherî, rûnivîsek çênakî, guhestinê nakî, ne jî li pêşkêşkarekî din "hêlî" dikî;
-
Tu bûjenê hatiye gotin ji bo amancên bazirganî bi kar nayinî û wan di cihên de eşkere nîşan nadî.
-
Tu ji bûjenê hatiye gotin copyright, dirh yan jî navê malên zanist ranakî.
-
Tu zivirandina koda çavkanî, bervajîya endezyarî, yan jî di şeklekî din de "hack" kirin yan jî şkandina tu kodî yan ji bername ji malakurd.com naceribînî.
Binpêkirina her kîjan ji van şertan destûrê te betal dike, û malakurd mafdar e ku hergav betalkirina wê parastin dike. Heger ku destûrê te betal bûye, û hergav ku tu mêzandina bûjenê hatiye gotin rawestînî, divê tu van bûjenê hatiye gotin ê di destê te de, û tu mûstaq ji wê, bi yekserî xirab bikî.
3. Red kirin
malakurd bûjenê li malakurd.com "wekî ê" peşkeş dike; kare şaşî ê teknîk, yên nivîsandinê yan jî yên wêne hebin, û malakurd temînatê nake ku vana rastin, yan jî tev in, yan jî nûjen, û temînatekî wilo divê qewl nebe. malakurd bi taybetî temînatên qewl bûne li ser bazirganî, ne-zêdagavî û saxî ji bo amancekî taybet red dike. malakurd tu temsîl nade ji bo ewlehîya bûjenê hatine gotin yan jî encamê bikaranîna wan. malakurd kare herdem û bê şanek bûjenê hatine gotin biguhere, lê ji bo rastkirina şaşîyan yan jî nûjen sparte nake.
malakurd kare tu xizmetê ku dide li malakurd.com herdem biguhere yan jî qut bike, û temînatê nake ku tu xizmetê wilo yan jî torê ya malakurd bi xwe wê bimînin di tu wextî de. Dîsa jî, wê endam ji berê de ji bidawîbûna xizmetekî agahdar bibin.
4. Asta bikaranînê
malakurd û parmend, hevpar, şirketên girêdayî, ê ku didin hêlan, firoşkar, serkarê peymanê, efser, gerînende, karker, cîgir û ajan ne berpirsin ji bo tu zirarê ku ji bikaranîn yan jî bikaranîna kêm ê bûjen li malakurd.com derkeve, û di hindurê zirarê wanî, bi taybetî zirarê kar, zirara agahî û zirarê ku ji qutkirina torê tên afîrîn. Heger malakurd yan jî ajana wê ji derfeta rûxandinekî wiha agahdar bûbin jî, ev sînor wê were cîh. Ji kerema xwe bizanibin ku hinek qanûn redkirinê ji temînatên qewl bûne, yan jî ji sînorkirina berpirsiyarî ji zirarên bi akam yan jî bi rûdan qedexe dike, bi vî awayî ev kare ji tere neye sepandin.
5. Pêdaçûn û rastkirin
Di bûjenê ku li malpera malakurd der dikevin, kare şaşî ê teknîk, yên nivîsandinê yan jî yên wêne hebin. malakurd temînatê nake ku tu bûjenê li malperê rastin, yan jî tev in, yan jî nûjen. malakurd kare herdem û bê şanek bûjenê li malperê biguhere. Lê malakurd ji bo nûjena bûjenê sparte nake.
6. Girêdan
malakurd li naverokên tu malperên girêdan li yan jî di malakurd.com de mêze nekiriye, û ji naverokên girêdayî ê wilo berpirs nine. Lê dive hindirrandina girêdanekî ji malperekî din nebe wergerandin ji bo qewl kirina piştgirtina malakurd ji vê malperê, û endamen malakurd malperên girêdan bi xeterê xwe bi kar tînin.
7. Sînorê Gelemperî yê malakurd
Parvekirina naverok ê giştî li malakurd amancekî girîng e, û em alîkarîya te di avakirina vê malperê, bi peyame te yên giştî ser tiştên Kurdî, qîmet dikin.
Tu karî peyamên xwe ê "şexsî" herdem ra bikî, û peyamên giştî hetta salekî piştî weşandinê ra bikî. Lê tu peyamên giştî ku te piştî salekî ra nekiriye dibe malê malpera malakurd, û em heqqê nîşandana wan, digel navê te, parastin dikin, li mafê me tenê, piştî te endamtîya xwe li malakurd betal yan jî dawî kiriye jî.
8. Endamtî
-
Asta Endamtiyê. malakurd ji bo komekî endamên taybetî ye: Kurd û hevalên kurdan. Bi vî awayî, em payîn dikin ku dinav endamên me hinek xeyset û reftarê taybet hebin, û torê ya malakurd li gora amanca qest bûye bi kar bînin. Wekî mînak, peyamên giştî divê bi qasî li ser ferheng, dîrok, dîn, ziman û navçe (û her wekî din) yên Kurdan be. malakurd heqqê redkirina endamtî yan jî bidawîbûna hesaba te parastin dike, li mafê me tenê, heger ku em biryar distînin ku tu endamekî layeq ninî.
-
Bikaranîna xirab. Divê endam torê ya malakurd bi xirabî bi kar neyinin, wekî mînak ezîyet kirina endamên din, yan jî weşandina bûjenên bêgeh. Em aletên ji bo raporkirina bikaranîna xirabên wilo peşkeş dikin, û tu kîjan ji van tiştan kare bibe akam ji bo bidawîbûn yan jî rakirina hesaba te:
-
Bûjenê bêgeh
-
Gotarê kîn
-
Derbirînên ezîyetkirin, kêmkirin û heqaret kirin
-
Peyvên kufrî, necis yan jî gemarîn
9. Venûkirin û Pêdaçûn
malakurd kare herdem û bê agahdarkirin van Merc û şertan serast bike, nû bike yan jî biguhîre. Heger hûn bi kar anîna malakurd berdewam bikin piştî guherandinekî wilo, xwebêja wê hûn guhartin qebûl dikin, û çespandina Merc û şertên nû a rojane jî qebûl dikin. Merc û şertên rojane li vî pellî nîşan dibe.
10. Reklam
Endam ji bo bikaranîna torê ya malakurd tu pere nadin; di dewsa wê de, pergala xebitandina me ji alîye berpirsen me ê ragihandinê tên xwedîkirin. Em hewlên xwe ê baştirîn dikin ji bo dabîn bikin ku reklamên tu dibînî ne bêdawet bin, û li ser mereqên te guncaw bin, ji bo sada te ji malperê ne rawestîne.
11. Qanûnên Dewletî
malakurd li parêzgeha British Columbia, li Kanadayê ye. Hemû lêpirsînên yasayî li ser tora malakurd yan jî li ser malakurd.com divê li gorî yasayên Parêzgeha British Columbia, li Kanada, bê darizandin, ji xeynî bûyerên gelek taybet ku reng be yasayên navçeyên din bikarin xwedî desthilat bin.
Bibe endam
Bibe endam
Civaka Kurd ya Global ya malakurd
malakurd rêxistinek e ku armanca wê qezencên aborî nîne, ji aliyê siyasî ve serbixwe ye û li Kanadayê tomarkirî ye lê xebatên xwe li seranserê cîhanê dimeşîne. Parastina çand û kevneşopiyên Kurdî di nav armancên malakurd de ye.
malakurd ji xwe re wekî peywirekê dibîne ku di navbera fraksiyonên Kurdî de bibe pirek, û ji bo bilindkirina wek herdemên jiyanî yên Kurdan - Kurdên li çar aliyên cîhanê belav bûne jî di nav de – çalakiyan dimeşîne. Yek ji armancên malakurd jî ev e ku statuya civakî-aborî ya Kurdan xurt bike. malakurd bi awayê global dihizire û tevdigere.
malakurd ji endam û şopînerên xwe naxwaze ku jiyanên xwe deyhnin hêlekê û xwe nezir bikin. Pêşî jiyan e. Pêşî peywir, berpirsyarî, malbat û kar e. malakurd dixwaze bibe parçeyeke dema we ya vehesînê.
malakurd di ser prensîban re xwe bi têgihîştina rast birêxistin dike. Felsefeya malakurd bingeha prensîbên malakurd e. malakurd kontrol, dîkte û empose nake, lê bandor dike, geş dibe û adapteyê pêk tîne.
Felsefeya malakurd li ser du bingehan ava dibe
1 Mirovî : Bingeha mirovî ji bo psîkolojiya hevpar e. malakurd wateya rastîn ya mirovbûnê fêm dike. Wê wekî xala ku hemû mirovahî lê digihîjin hev qebûl dike. Ji ber hindê ye ku malakurd xwe naxe pozîsyona dijberî yên din (kes yan sazî). Dijberiya mirovan ya li hemberî mirovên din pêşketinê çênake.
2. Kurd : Bingeha Kurd ji bo nasnameyê ye. Ji bo hebûna her kesî nasname divê. Mala Kurd di bingeha nasnameya Kurdîtiyê de
I. bi hemû Kurdan re peywendî çêdike,
II. Hevkariya di navbera Kurdan de teşwîq dike,
III. Ji bo bilindkirina standardên jiyanî yên Kurdan dixebite,
IV. Û Kurdan wekî netewekî xurt digihîne hev,
V. û her wisa bi kesê ndin re jî peywendiyên bi dostanî çêdike
Prensîbên malakurd
1 - Bêyî dijberî
2 - Bêyî tundî
3 - Mirovî
4 - Adil
5 - Wekhev
6 - Bifêde
7 - Nerm
8 - Rêzgir
9 - Profesyonel
...be
Bibe endam