Tora civakî ji bo kurdan û hevalên wan
   Te şîfre ji bîr kir?
 
Awaya Giştî Binêre
Tomar Pêvîst Naket
 
Bibe endam

Şertên Nepeniyê

Mehremiyeta te girîng e
malakurd malperakî giştî ye, lê em dixwazin ku bi yekemîn, kontrola zaniyarî û agahîya te yên şexsî di destê te de bin. Bi vî awayî, me amûren ji bo gerînende daye we, ku hûn bikaribin parvekirina agahîyên xwe kontrol û biguherin. Me ev şertên Nepenî jî hazir kir bi ravekî ji bo van amûran, û rave kirinek ji bo komkirin û bikaranîna agahî ji alîyê me.

Ji kerema xwe bixwîne wexta tu li malakurd tomar dikî, û carinan kontrol bike ji bo rastkirin an jî gohertinan.

Agahiyên ku malakurd kom dike
Em agahî ya gelemper kom ûxwedî dikin – wekî adrêsa IP – li ser hemî mêvanê malakurd.com. Wextê endamek xwe li malakurd tomar dike, em agahiyên ê têkiliyê û yên şexsî ê endam peşkeş kiriye jî cem xwe xwedî dikin.

Rêbazeke din ya girîng ku em van agahiyan bi kar tînin ew e ku em te (û xwe) ji nasnamediziyê û sûcên din, ji vîrus û spaman biparêzin.

E-peyam
Wextê ku nûçeyên malakurd hebin, em ê e-peyam ji te re bişînin. Divê tu standina van e-peyamê kargerî qebul bikî ji bo tu bikaribî hesabekî li malakurd vebikî û berdewam bikî, lê tu karî standina e-peyamê ne kargerî herdem qut bikî.

Em tu car di e-peyamêdekî nasnavê te napirsin. Ji kerema xwe nasnavê xwe ya malakurd nede kesekî.

Derxistina zaniyariyan
malakurd belkî naverok yan jî agahiyên te ê şexsî parveke li gora fermana qanûnê, yan jî ji bo çareserkirina arîsên hîle, ewlehî a civak yan jî tu kesa, yan jî ewlekarî ya malakurd. Heger parvekirinek mîna vî çê bibe, em ê berê we ragihînin, ji xeynî ku heger yasa ragihandin qedexe kirê be, yan jî li gor xwestinên ajansa rêpîvane, yan jî wexta em bawerin ku parvekirin wê kesekî yan jî bûnekî ji zirarê bifilitîne.

Divê hûn bîr bin ku agahiyê we kare bê hemdî me parve bibe. malakurd wê rêbazên ewlekarî yê bi cih bîne ji bo gihiştin û parvekirina agahiyên te ê bê destûr rawestîne; dîsa jî, ji bo sirosta birêkirin û veşartina naverokê elektronîk, derfeta gihiştinek yan jî parvekirinek nikare bi tev were reşkirin.

Siruşta Gelemperî ya malakurd
Parvekirina naverok ê giştî li malakurd amancekî girîng e, em alîkarîya te di avakirina vê malperê, bi peyame te yên giştî ser tiştên Kurdî, nirx dikin.

Ji xeynî peyamên nepenî, tu naverok yan jî agahî ku tu biweşînî li malakurd, kare bigihîje xelkên gelemper. Ev kare li lêgerkê derkeve, û were çelkirin, xwedî kirin, parvekirin an jî bi nuh bibe weşandin bi şiklekî din û di cihekî din de (ku ne di destê te an jî me de ye). Bi vî awayî, tu naverok ku tu weşînî kare li cihekî din bimîne, tu ev naverok ji malakurd rakî jî, û tu endamtîya xwe dawî bikî jî. Ji kerema xwe ev bîne bîra xwe wexta tu biryar diki ku tê çi biweşînî.

Hevalên te wê bikaribin peyamên ku tu "şexsî" nîşan dikî bibînin û ser rave bikin. Heger rave bikin, hevalên wan jî wê bikaribin peyamê te ê "şexsî" bibînin, lê ev "hevalên heval" nikarin rave bikin. Tu kari ravek ji hevalekî ji peyame xwe ra bikî – yan jî herdem vî kesî ji tev de blok bikî.

Tu karî peyamên xwe ê "şexsî" herdem ra bikî, û peyamên giştî hetta salekî piştî weşandinê ra bikî. Lê tu peyamên giştî ku te piştî salekî ra nekiriye dibe malê malpera malakurd, û em heqqê nîşandana wan, digel navê te, parastin dikin, li mafê me tenê, piştî te endamtîya xwe li malakurd dawî kiriye jî.

Çerez
Çerez daneyên ku geroka înternetê xwedî dike, vê daneyê agahî li ser te û malpere ku tu şerdan dikî distîne. Em çerezan bi kar tînin ji bo nasîna we, ji bo hûn bikaribin bi hesanitî tê kevin malperê, û bikaranîna malpera malakurd taybet bike. Em çerezan ji bo şopandina agahîya te a şexsî bi kar naynin. Divê tu çerezan vekî ji bo tu bikaribî malakurd bi kar bînî; ji bo destûrdan, mîhengên geroka xwe biguhere.

Bidawîbûna endamtiyê
Ji kerema xwe besê "mîheng" li malakurd.com bi kar bînê ji bo guhertina agahîya te a şexsî, yan jî ji bo bidawîbûna hesaba te.

Heger ku hemî peyam di hesaba te "şexsî" ne, neqandina bidawîbûna hesab wê hem hesab û hem peyam ji tev de ra bike. Bidawîbûna hesabekî bi peyamên giştî wî hesabî tenê betal dike, lê ev hesab wê dîsa ve bibe heger tu dîsa bikevê. Bi bîr bîne ku tu karî tu peyamên giştî ra bikî berî salekî derbas dibe.

malakurd pergala parêzvaniyê heye ku di rewşên ku xwediyê hesabekê nikaribe têkevê, bi nexweşiyeke giran ketibe yan miribe de li ser hesabê wî/wê biryarên dawiyê bên dayîn. Heke xwediyên hesaban parêzvanên xwe diyar nekin, malakurd wê bibe parêzvana wan.

Zarok
malakurd ne ji bo bikaranîna zarokên bin 13 salan ê, û em bi zanîn agahî a şexsî top nakin ji zarokên wiha. Heger em bîrbin ku kesek di bin 13 salî li malakurd tomar kiriye, em ê bi yekserî hesaba vî zarokî dawî bikin û tum agahî ê şexsî bi vî hesabî girêdayî ra bikin. Em dipirsin ku hemî endamên malakurd û xelkên giştî ji me re bikaranîna bê destûr rapor bikin.

Nûjen û pêdaçun
Em karin van şertên Nepenî carina biguherin. Em ji bo guhertinên biçûk te aciz nakin, lê ji bo tiştên girîng em ê e-peyamek bişînin yan jî li malakurd.com nîşanek deynin. Em ê roja guherandinê jî ji were bidin naskirin, ji bo hûn karibin hesaba xwe ji berê de dawi bikin heger hûn qebûl nekin. Heger hûn bi kar anîna malakurd berdewam bikin piştî guherandin hatiye cîh, xwebêja wê hûn şertên guhertî qebûl dikin.

Ev pel wê tim reng a şertên Nepenî a rojane nîşan bide.

Agahîyên têkiliyê
Ji kerema xwe re ji bo hemû pirsên derbarê vê peymana nepeniyê de bi riya forma peywendiyê ya li ser malpera me, bi me re bikeve têkiliyê.

Bibe endam
Copyright © malakurd.com. Hemû maf parastî ne.